DOLAR
32,4375
EURO
34,7411
ALTIN
2.439,70
BIST
9.915,62
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Batman
Az Bulutlu
34°C
Batman
34°C
Az Bulutlu
Pazar Az Bulutlu
34°C
Pazartesi Az Bulutlu
29°C
Salı Az Bulutlu
25°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C

HDP KADIN MECLİSİ KAMPANYA AÇIKLAMASI

HDP KADIN MECLİSİ KAMPANYA AÇIKLAMASI
REKLAM ALANI
06.10.2023 15:16
113
A+
A-

Beriya her tiştî, hûn hemû bi xêr hatine. Em îro, di çaryeka yekemîn a sedsala 21’emîn a ku em wek sedsala jinê pênase dikin de, di pêvajoyeke ku serhildana Jin, Jiyan, Azadiyê mora xwe li sedsalê xistiye de, ji bo daxuyandina kampanyaya di serî de ji bo jinên Kurd, ji bo tevahiya jinên cîhanê û gelên cîhanê, me bi şîara “Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Azadiyê ve” dest bi xebatên wê kiriye, hatine gel hev. Di vê pêvajoya ku em kampanyayê radigihînin de, di heman demê de em di sala sedsaliya Lozana ku belgeya damezirîner a Komara ku wek pergaleke mêrsalar hatiye avakirin, û ji aliyekî ve jî nirxên wê dabeş kiriye, parçe kiriye, de ne. Em wek jin, di serdemeke dîrokî ya bi vî rengî de, bi berpirsiyariya ku ev dem dixwaze û bi baweriya ku em ê azadiya xwe careke din bi dest bixin, tevahiya jinan silav dikin.
Êşa erdheja Bazarcixa Gurgumê ya ku di 6’ê reşemiyê de pêk hat û bandoreke mezin li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kir, hîna di dilê me zindî ye. Sedema herî mezin a van êş û wendahiyan, pergala serdest a mêrsalar a dewletparêz a ku ji talan û rantê xwedî dibe ye. Êrîşa li dijî jiyana xwezaparêz a vê pergala dewletparêz a ji bo sermiyan û rantê, encamên erdhejê veguherandin rûxandinekê. Heman desthilatdariya ku di binê wêraneyên erdhejê de ma; niha jî hewl dide ku di serî de yê jinan, cih û warê Kurdan û elewiyan dagir bike, avaniya demografîk veguherîne, erdnîgariya me bê mirov bihêle.
Heman êrîş, bi hinceta sermayedariyê, li ser Akbelena ku qada jiyanê ya jinan û gelan e jî tên kirin. Em dizanin ku tevahiya van polîtîkayên rûxandina xwezayê, li hemberî tevahiya giyanewerên di gerdûnê de “qirkirinek” e. Ji ber vê yekê, li hemberî vê qirkirinê; bê guman, li ser axa xwe ya ku dixawzin dagir bikin, hilweşînin, bê mirov bihêlin, em ê xurtir he bibin. Di vê çarçoveyê de, bi boneya kampanyaya ku wek me dest pê kiriye; em careke din dibêjin parastina xwezaya xwe û axa xwe, parastina mirovahiyê ye û têkoşîna xwezaparêziyê hîmê bingehîn ê têkoşîna jinê ye.
Ji aliyê din ve, mêrên ku di serî de destdirêjî, destavêtin û qetilkirin, hemû cureyên tundiyê li hemberî jinan pêk tînin, ji aliyê dewletê ve tên parastin. Heta mêran teşwîqî sûc dikin. Têrî wan nake; bi sererastkirinên înfazan, sepanên efûyê, polîtîkayên bêcezahiştinê û daxistinên “tarîka neqeq” wan xelat dikin. Wek jin, em her roj tên qetilkirin. Di serî de Peymana Stenbolê, destkeftiyên ku me bi têkoşînên mezin bi dest xistibûn tên xespkirin. Lewra li hemberî jinê êrîşeke piralî, kûr û bi pergal heye. Em wek jin; soz didin ku di pêvajoya vê kampanyaya ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê veguherînin serkeftinê de, em ê şîna xwe veguherînin raperînê û em ê tevahiya jinên ku ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin veguherînin sedemeke têkoşînê! Di vê çarçoveyê de, li dijî polîtîkayên êrîş û xespê yên rejîmên netewdewletan, destûrên bingehîn ên zayendparêz û faşîst ên li hemberî destkeftiyên me; em di wê baweriyê de ne ku pêkanîna tifaqa jinê ya herî berfireh a li ser bingeha “peymana civakî ya jinê” dê têkoşîna me mezin bike.
Ji aliyekî ve lêgerîna heqîqetê ya ku ji Dayikên Şemiyê bigirin ta Dayikên Aştiyê didome rûberî hemû cureyên êrîşan dibe. Di vê çarçoveyê de, em lêgerîna heqîqetê ya Dayikên Aştiyê yên ku di encama van polîtîkayên qirêjî de li Gerverê jiyana xwe ji dest dan û dayika Emîne Şenyaşara ku li hemberî tevahiya êrîşan bi serfirazî li ser piyan e û bûye remzeke berxwedanê, silav dikin. Têkoşîna wan, têkoşîna me ye! Em wek jinên Kurd, bi boneya vê kampanyaya ku me li ser şopya Jin, Jiyan, Azadî daye destpêkirin diyar dikin ku bi awayekî li gor heqîqeta Têkoşîna Azadiya Jinê, em ê zêdetir xwedî li vîna xwe, nasnameya xwe û destkeftiyên xwe derkevin. Em di nava dîwaran de bin jî, li derveyî dîwaran bin jî, li tevahiya qadên ku em lê ne, li hemberî van polîtîkayên qirêjî û kone, em bangê li tevahiya jinan dikin ku berxwedan û azadiya jinê berfirehtir bikin!

Ligel tevahiya van êrîşan; zimanê me yê dayîkê, çanda me, nasnameya me, nirxên me tên înkarkirin! Zimanê me û çanda me sedema hebûna me ne. Di vê wateyê de, wek jinên ku em têkoşîna hebûnê didin; ji bo ku em zimanê xwe yê dayîkê, çanda xwe û nasnameya xwe jiyanî bikin, di serî de jinên Kurd, em bangê li tevahiya kesan dikin ku em bi hev re têbikoşin. Kampanyaya me, di serî de Kurdî, ji bo tevahiya ziman bibin zimanê perwerdehiyê û di destûra bingehîn de bên nasîn dê têkoşînê berfirehtir bike!
Di vê roja em tê de ne de, bi kampanyaya xwe ya ku me li ser bingeha berxwedana Jîna Emînî ya ku bi biskek porê xwe, di sedsala 21’emîn de bûye remza serhildana Jin, Jiyan, Azadî daye destpêkirin, em careke din dibêjin; baweriya me ya bi têkoşîna azadiya jinan ji sedî sed e! Ji bo em vê baweriyê mezin bikin, di serî de jinên Kurd; em bangê li tevahiya jinên Tirkiyeyî, rêxistinên femînîst, çalakvanên jin û tevahiya jinên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya me, wê hêzdartir bikin û li hemberî tevahiya êrîşên li dijî hebûna jinê, bi pêşengiya jinan, em azadiya civakî mezin bikin. Werin em hemû bi hev re, li her derê, her dem biqîrin; Bi Jin Jiyan Azadiyê, ber bi Azadiyê ve!

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.